26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî pêşwazî li balyozê Fransa li Iraqê kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li balyozê Fransa li Iraqê kir.

Serok Barzanî îro Duşema 06.12.2021 li Selahedîn pêşwazî li balyozê Fransa li Iraqê, Eric Chevallier û şanda pê re kir.

Di civînê de balyozê Iraqê sersaxî û hevxemiya xwe bo malbatên wan pêşmergeyên di êrişên çend rojên dawî yên DAIŞê de şehîd û birîndar bibûn, anî ziman û got, êriş û livînên vê dawiyê yên DAIŞê nîşan didin ku DAIŞ hîn jî gef e.

Di hevdîtinê de behsa girîngiya hemahengî û xebatên hevbeş di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman de jî hat kirin.

Di beşeka din ya hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraqê û hilbijartin û encamên hilbijartinên Iraqê hat axaftin û li ser çawaniya çareserkirina kirîz û kêşeyan nêrîn hatin ziman.

Her du aliyan behsa pêwendî û dostaniya dîrokî ya gelê Kurdistanê û gelê Fransa jî kirin.

 

Nûçeyên têkildar