25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Li Şingalê 90 gorên komî hatine dîtin

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- Qaymeqamê Şingalê Mehma Xelîl got ku, roj bi roj hejmara gorên komî yên ku li Şingalê tên dîtin zêde dibin, ku heya niha hejmara wan goran gihîştiye 90 goran.

Mehma Xelîl ji malpera KDP.info re ragihand: “Li qeza Şingalê li navçeya Eyn Fethî li sînorê nahiya Qeyrewan a ser bi Şingalê ve, ku xelkê wê Ereb in û destê wan di komkujiya Êzîdiyan de hebû, hestiyên 15 kesan hatiye dîtin.”

Mehma Xelîl wiha got: “Roj bi roj hejmara gorên komî yên ku li Şingalê tên dîtin zêde dibin, ku heya niha hejmara wan goran gihîştiye 90 goran.”

Qaymeqamê Şingalê wiha domand: “Hikûmeta Iraqê hejmareke mezin ji terim û hestiyên gorên komî yên Şingalê biriye Bexdayê ji bo ku pişkinîn ji wan re were kirin, lê heya niha ew venegerandine û Bexda kêmxemiyê dike derbarê vê mijarê de û derbarê vekirina gorên komî yên li Şingalê.”

 

Nûçeyên têkildar