25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî û balyozê Fransa behsa êrişên DAIŞê li ser deverên Kurdistanî kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li balyozê Fransa li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de herdu aliyan behsa êriş û gefên DAIŞê li ser deverên Kurdistanî kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro Duşema 6.12.2021 li Hewlêrê pêşwazî li balyozê Fransa li Iraqê, Eric Chevallier û şanda pê re kir.

Di civînê de ku konsulê Fransa li Helwêrê jî amade bû, behsa rewşa siyasî ya Iraqê û qonaxa piştî hilbijartinan û êrişên terorîstîn DAIŞê li dijî deverên Kurdistanî hat kirin.

Serokê Hikûmeta Kurdistanê behsa girîngiya pêşxistina hemahengiya navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê û hevpeymaniya navdewletî di şerê DAIŞê de kir û ragehand, êrişên DAIŞê li dijî deverên Kurdistanî bo valakirin û guhertina demografiya wan deveran e.

Balyozê Fransa jî piştevaniya welatê xwe bo hêzên Pêşmerge di şerê DAIŞê de û vegerandina aramiyê bo wan deverên rastî êriş û gefên terorîstan tên, piştrast kir.

Di civînê de behsa rewşa koçberan li ser sînorê Belarus û Polanda hat kirin. Balyozê Fransa spasiya Hikûmeta Kurdistanê kir ku tedbîrên pêwîst stendiye da ku koçberiya qaçax nemîne û hêsankarî jî kiriye bo vegera koçberan.

Nûçeyên têkildar