26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mensûr Barzanî: Bi fermana Serok Barzanî hêzeke Pêşmerge dê gundê Xidir Cîce biparêze

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Fermandarê Leşkerê Taybet ê Yek û Gulan Mensûr Barzanî serdana gundê Xidir Cîce kir û ew jina ku 3 kurên wê di êrîşa DAIŞê de şehîd bibûn, sersaxî jê re xwest û jê re got em hemû kurê te ne.

Mensûr Barzanî serdana mala wê jina ku Serok Barzanî navê kiriye Şêrejin kir û li wir ji rojnamevanan re axivî û wiha got: “Em hatine cem dayika (Şêrejin) ji bo ku sersaxiyê jê re bixwazin û jê re bêjin 3 kurê te yê qehreman çûne û niha em hemû kurê te ne.”

Mensûr Barzanî wiha got: “Li ser fermana cenabê Serok Barzanî em wek Leşkerê Taybet ê Yek û Gulan hatine ji bo parastina xelkê xwe û ji bo ku derdora vî gundî rebayên Pêşmerge deynin û eger terorîstên DAIŞê careke din xwestin êrîşî xelkê me bikin em bi dil û can bergîriyê li wan bikin û nehêlin ev bûyer dûbare bibin.”

Nûçeyên têkildar