Daxuyaniya Konsulxaneya Fransa yê li Hewlêrê di bareya kuştina sê jinên Kurd li Parîsê

Hewlêr-KDP.info/ Konsulê Fransa yê li bajêrê Hewlêrê bi daxuyaniyekê kujtina sê jinên çalakvanên kurd li Parîsê (09.12.2012) bi bûyereke gelek metirsîdar wesif kir û got, ku wê bûyerê Fransa şok kir.
Konsulê Fransa yê li herêma Kurdistanê, hevxemiya xwe digel wan hemû kes û aliyan, yên ku ji egera wê bûyerê dilgarin bûn, parve dike û tekeziyê li ser wê yekê dike, ku hikûmeta Fransa dê hemû rêyan ji bona dîtina bikujan û yên li pişt tawana kujtina sê çalakvanên jin ên Kurd bûne, bigire ber xwe:
Nuha ew bûyer li ber destê dadgeha Fransa ye û ji bona eşkerekirina rastiyan, lêkolîn û lêpirsînê dest pê kiriye. Desthilata dadweriyê li Fransa serbixwe ye û li gor pirensîpên demokarasîyê desthilat jihevhatine cuda kirin.
Di çend rojên borî de li pêşiya konsulxaneya Fransa yê li Hewlêrê, ji bo şermezarkirina bûyera kujtina sê jinên çalakvanên kurd, gelek xwepêşandan hatine kirin û daxwaz ji hikûmeta Fransa kirin, encamder û bikujên sê jinên Kurd eşkere bikin




