26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî serdana malbatên şehîdên Pêşmerge kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana malbata ku 3 birayên wan di êrîşa DAIŞê ya şeva derbasbûyî de şehîd bibûn, kir û sersaxî ji wan re xwest.

Herwiha li bajarê Hewlêrê jî Mesrûr Barzanî di taziya çend şehîdên Pêşmerge de beşdar bû, ku ew pêşmerge di rûbirûbûna terorîstên DAIŞê de şehîd bibûn.

Mesrûr Barzanî wiha got: “Min sersaxî ji malbatên şehîdên Pêşmerge re xwest, ku canê xwe ji bo parastina ax û xelkê Kurdistanê gorî kirin. Xwedayê mezin cihê wan bike behişt û sebir û aramiyê bide malbatên wan.”

Serokwezîrê Kurdistanê ji malbat û kesûkarên şehîdên Pêşmerge re got û tekez kir ku ew hatiye xizmeta wan ji bo ku sersaxiyê ji wan re bixwaze û wan piştrast bike ku ewê berdewam bin li ser parastina ax û xelkê Kurdistanê.

Mesrûr Barzanî ji malbatên şehîdan re got: “Şehîd cihê şanaziyê ne li cem gelê Kurdistanê û ji bo xizmeta we tişta ji destê me were, em texsîriyê nakin.”

Şeva derbasbûyî terorîstên DAIŞê êrişî gundê Xidir Cîce li quntara Çiyayê Qereçûx li Mexmûrê kir û di encamê de 3 birayên hev ên wî gundî û 10 Pêşmerge şehîd bûn û herwiha 5 kes jî birîndar bûn.

 

Nûçeyên têkildar