Mesrûr Barzanî serdana mala şêrejina ku sê kurên wê şehîd bûne kir

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana malbata ku 3 birayên wan di êrîşa DAIŞê ya şeva derbasbûyî de şehîd bibûn, kir û sersaxî ji wan re xwest.
Mesrûr Barzanî ragihand: “Îro 3.12.2021 danê êvarê min serdana malbata serbilind a wan 3 şehîdên qehreman kir, ku duhî di êrîşa terorîstên DAIŞê de şehîd bibûn. Min sersaxî ji wan re xwest. Nexasim ji dayka wan 3 şehîdan re, ku Serok Barzanî navê wê kiriye Şêrejin.”
Mesrûr Barzanî wiha got: “Herwiha min sersaxî ji malbatên şehîdên Pêşmerge re xwest, ku canê xwe ji bo parastina ax û xelkê Kurdistanê gorî kirin. Xwedayê mezin cihê wan bike behişt û sebir û aramiyê bide malbatên wan.”
Şeva derbasbûyî terorîstên DAIŞê êrişî gundê Xidir Cîce li quntara Çiyayê Qereçûx li Mexmûrê kir û di encamê de 3 birayên hev ên wî gundî û 10 Pêşmerge şehîd bûn û herwiha 5 kes jî birîndar bûn.




