Serok Barzanî: Divê di zûtirîn dem de tola xwîna şehîdên me were hildan

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de ragihand, ji bo parastin û berevaniya li xak û niştimaniya me, pêwîst e pêdaçûn û hûrbîniya zêdetir di karûbarên hêzên Pêşmerge û hêlên berevaniyê de were kirin û rêkarên pêwîst li hember her kêmxemiyekê were stendin.
Peyama Serok Barzanî wiha ye:
“Bi mixabinî ve şeva derbasbûyî di encama êrîşa hovane ya teroristên DAIŞê de li navçeyan Sergeran û Qereçox de, hejmarek sivîl û Pêşmerge şehîd û birîndar bûn. Pirse û sersaxiya xwe arasteyî malbat û kesûkarên serbilind ên şehîdên vê kiryara teroristî dikim û xwe bi hevxemê wan dizanim. Ji Xwedêyê mezin daxwazkar im giyanê pak ê şehîdên me di bihuşta perîn de şad bike û sebir û aramiyê bide kesûkar û malbatên wan û hêviya başbûnê ji birîndaran re dixwazim.
Sersaxiyê li wê şêrejina qehreman dikim ku sê kurên wê di encama êrîşa şeva borî ya teroristan de gihîştin karwana nemir û şehîdan û Xwedêyê mezin daxwazkar im sebir û aramiyê pê bexişe. Gotinên wê şêrejinê ji me hemûyan re çavkaniya enerjî û pêdagirî û berdewamiya li ser rêbaza û dozên gelê me yên bilind in û ji dil û can spasiya wê dikim.
Ez weha jî radighînim, ji bo parastin û berevaniya li xak û welatê me, divê bêtir lêkolîn û hûrbîniyê li ser karûbarên hêzên Pêşmerge û hêlên berevaniyê de bên kirin û pêwîst e rêkarên pêwîst jî werin girtin li hember her cure kêmxemiyekê . Divê di zûtirîn demê de tola xwîna şehîdên me ji dijmin bê hilanîn.
Bi hezaran silav li giyanê pak ê şehîdên şerê li dijî DAIŞê û hemû şehîdên rêya azadiya Kurdistanê.
Mesûd Barzanî
3.12.2021”




