26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî: DAIŞ bûye metirsiyeke rasteqîn li ser jiyana xelkê navçeyên Kurdistanî

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, DAIŞ li ser jiyana xelkê navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê bûye gefeke rasteqîn.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro Îna 3.12.2021 derbarê êrîşên DAIŞê yên duhî li Mexmûrê û şehîdbûna hejmarek Pêşmerge û welatiyên sivîl daxuyaniyek belav kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî derbarê êrişê de sersaxî ji malbat û kesûkarên şehîdan re xwest û hêviya xwe ji bo zû başbûnê birîndaran nîşan da.

Mesrûr Barzanî dibêje, “Terorîstên DAIŞê li ser jiyana xelkê herêmên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê bûne gefeke rasteqîn, lewma divê her zû, hevahengiya di navbera Pêşmerge, artêşa Iraqê û Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê de bê bihêztir û qayîmtirkirin û rêkarên pêwîst bên girtin ji bo ku dawî li xwebirêxistinkirina û geşekirina terorîstên DAIŞê û êrişên wan ên hov bê anîn û jiyana Pêşmerge û xelkê wan navçeyan jî parastî be.”

Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî amadebûna xwe ji bo pêşxistina her hevkarî û hevahengiya bo rûbirûbûna terorê û herwiha seqamgirbûna rewşa Iraqê û bi giştî û rewşa herêmên dikevin ber êrişên DAIŞê bi taybetî, dûpat kir.

 

Nûçeyên têkildar