Li Almanya yekem rûniştina dadgehkirina DAIŞan birêve çû

Almanya-KDP.info- Çalakvanê Êzîdî Heso Hûrmî derbarê pirsên jenosînasandina Êzîdiyan dibêje, Dadgeha Bilind a bajarê Frankfortê li Almanya roja 30.11.2021 biryara tawanên li dijî mirovatiyê de bi taybetî jî yên li ser Êzîdiyan. girtina hertimî da çekdarê DAIŞê Taha Cumeylî, ew jî bi tohmeta beşdarîkirinê di
Heso Hûrmî ji malpera KDP.info re ragihand: “Taha Cumeylî û hevjîna wî ya almanî ku destê herdûkan di kuştina keçeke Êzîdî de hebû, ku av nedabûn keçikê heya ku keçk canê xwe jidest daye. Herdûkan itîraf bi tawana xwe kirine.”
Tê zanîn ku Taha Cumeylî serkirdeyekî diyar bû di nava DAIŞê de û bi taybetî sala 2013 ji Reqayê hatibû Iraqê.
Hûrmî wiha got, ev cara yekê ye ku kesekî DAIŞî ku destê wî di tawanên li dijî Êzdiyan de heye, tê dadgehkirin.
Beriya niha jî, Dadgeha Munchê Cênfer Debilo hevjîna Taha Cumeylî bi 10 salan zindanîkirin ceza kiribû.




