25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Berdevkê PDKê: Du kursiyên me hatine talankirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ragihand, ew ji ber talankirina du kursiyên xwe ji aliyê komîsyona hilbijartinan a Iraqê ve nerazî ne.

Komîsyona hilbijartinan ya Iraqê îro encamên dawî yên hilbijartinên 10 Cotmeha îsal yên Iraqê ragihand û li gorî encamên han, du kursiyên PDKê hatine kêmkirin. Yek li Hewlêrê û yek jî li Mûsilê.

Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed li ser wê mijarê daxuyaniyek belav kir û ragihand, ew du kursiyên PDKê hatine talankirin ji ber wê jî ew vê yekê qebûl nakin.

Mehmûd Mihemed daye zanîn jî, dê polîtburoya PDKê li ser vê mijarê bicive û helwesta xwe ya fermî ji raya giştî re eşkere bike.

 

Nûçeyên têkildar