26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî û Balyozê Brîtanya behsa hemahengiya Pêşmerge û artêşa Iraqê kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Balyozê Brîtanya li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de behsa rewşa siyasî ya Iraqê û pêşhatên dawî yên hilbijartinên Iraqê û xebatên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hat kirin.

Serok Barzanî îro Yekşema 28.11.2021 li Selahedîn pêşwazî li Balyozê Brîtanya li Iraqê Mark Bryson Richardson û şanda pê re kir.

Di civînê de ku konsulê Brîtanya li Hewlêrê, Davin Hunt jî amade bû, behsa rewşa siyasî ya Iraqê û pêşhatên dawî yên hilbijartinên Iraqê û xebatên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hat kirin.

Di hevdîtinê de pêwendiyên hikûmeta Kurdistanê û hikûmeta Iraqê her wiha hemahengiya navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqî bo parastina ewlehî û rûbirûbûna terorê û çend mijarên din hatin axaftin.

Nûçeyên têkildar