26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Êrîşên DAIŞê peyameke cidî ya tirsnak in

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de, sersaxî û hevxemiya pêşkêşî malbatên şehîdên Pêşmerge yên şeva derbasbuyî kir û ragihand, firehbûn û berdewamiya êrîşên DAIŞê, peyameke cidî ya tirsnak in û gef û metirsiyên rasteqîne li navçeyê peyda dikin. Ev jî tekesta wê peyamê ye:

“Sersaxî û hevxemiya xwe ya kûr pêşkêşî malbatên wan şehîdên qehreman ên şeva derbasbuyî dikim ku di dema bihaneveçûna hevsengerên Pêşmergeyan de li tixûbê Kulleco, şehîd bûn.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim giyanê wan bi himbêz û dilovaniya xwe şad bike û hedar û aramiyê bi malbat û kesukarên wan yên serbilind bibexşê. Hêviya bilez başbûnê ji bo Pêşmergeyên birîndar dixwazim.

Berfirehbûn û berdewamiya gef û êrîşên DAIŞê, peyameke cidî ya tirsnak in û gef û metirsiyeke rasteqîne li navçeyê tînin holê. Ji bo wê yekê alîkarî û hemahengiya zêdetir di navbera Pêşmerge û Artêşa Iraqê bi piştevaniya Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî, pêwîstiyekê bi lez ya nihayî û pêşîneye.

Em daxwaz dikin mekanîzma wê hemahengiyê di navbera wan aliyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de bi hevbeşî û piştevaniya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî çalaktir û berfirehtir bê kirin û pêkve bi hemû hêz û şiyanekê ve rûbiruyê teroristên DAIŞê û gef û metirsiyan bibin.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
28.11.2012”

 

Nûçeyên têkildar