26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Balyozê Komara Çek kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Îro Pênçşema 25.11.2021 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Petr Stepanek Balyozê nû yê Komara Çek li Iraqê kir.

Di hevdîtinê de Serok Nêçîrvan Barzanî ji bilî bi xêrhatina wan û pîrozbahiya destbikarbûnê, hemû piştgîriyeke ji bo serkeftina kar û erkên Balyozî nû yê Çek li Iraqê dûpat kir û hêviya serkeftinê ji bo wî xwest.

Her du alî tekez li ser pêşxistina peywendiyên kevnar û dêrînên Komara Çek li gel Iraq û Herêma Kurdistanê kirin bi taybetî jî li warên bazirganî, çandin, kultûrî û akademî û ew warên ji bo her du aliyan girîngin.

Rola Balyozxaneya Çek li Bexda û Konsulxaneya wan a li Hewlêrê, pejika Korona û encamên wê, rewşa Iraq û hilbijartin û encamên wê, şerê dijî terorê û metirsiyên DAIŞê, pêşhatên navçeyê bi giştî û çend pirseke dinê girîng û hevbeş, mijarên dinê hevdîtinê bûn.

 

Nûçeyên têkildar