25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî û Fermandarê Hevpeymanan rewşa Iraq û Sûriyê gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Çarşema 24.11.2021ê pêşwazî li Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Iraq û Sûriyê General John Brennan kir.

Di hevdîtinê de li ser geşedan û guherînên herî dawî yên li Iraq û Sûriyê û çend mijarên din ên cihê girîngiya hevbeş hatin gotûbêjkirin.

Di beşeke din a civînê de behsa çaksaziyên Wezareta Pêşmerge û girîngiya hebûna hemahengiyê di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de hatin kirin, bi taybetî ji bo rûbirûbûna gefên terorîstên DAIŞê, ku li çendîn deverên Iraqê metirsiya rasteqîn in ji bo nişteciyên wan deveran.

Nûçeyên têkildar