Mesrûr Barzanî pêşwazî li Wezîra Derve ya Swêdê kir
__2021_11_23_h18m55s17__HK.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde kir.
Îro Sêşema 23.11.2021 Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Hewlêrê pêşwazî li Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde kir.
Di hevdîtinê de, Wezîra Derve ya Swêdê amaje bi dostaniya Herêma Kurdistanê û welatê xwe û rola girîng û diyar a revenda Kurdî li Swêdê kir û bi rêz û pêzanînê, rola Pêşmergeyên Kurdistanê di şikandina DAIŞê de bilind nirxand.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji bilî spasîkirina Swêdê ji bo piştevaniya li Pêşmerge di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de, behsa çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û karkirina bi arasteya bihêzkirina jêrxaneya aborî û berfirehkirina jêderên dahatê kir.
Rewşa Iraqê ji piştî hilbijartinên Encûmen Nûneran û girîngiya çareserkirina pirsgirêka koçberên li ser sînorê Belarus û Polandiyê, mijarên din ên guftûgoyan bû.




