26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî pêşwazî li balyozê nû yê Çîkê kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li balyozê nû yê komara Çîk li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de, behsa pêwendiyên dîrokî yên gelê Kurdistanê û Çîkê hat kirin.

Serok Barzanî îro Duşema 22.11.2021 li Selahedîn pêşwazî li balyozê nû yê Çîkê li Iraqê, Pîter Stêpanêk kir.

Di civînê de behsa pêwendiyên dîrokî yên gelê Kurdistanê û Çîkê hat kirin û tekezî li ser pêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Çîkê di warên aborî, kulturî û akademîk de hat kirin.

Di hevdîtinê de behsa rewşa siyasî ya Iraqê û qonaxa piştî hilbijartinên Iraqê hat kirin û her du aliyan hêvî xwastin ku encamên hilbijartinan bibe sebeba guhertinên baş li Iraqê û bicîhatina aramî û daxwaziyên xelkê.

Di dawiyê de Serok Barzanî hêviya serkeftinê bo balyozê nû yê Çîkê xwast.


 

Nûçeyên têkildar