26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî û Berhem Salih rewşa Iraqê û pêşhatên navçeyê gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê îro li Hewlêrê pêşwazî li Serokomarê Iraqê kir û herdu alî hevnêrîn bûn ji bo bicihkirina seqamgiriyê û pêkanîna hikûmeteke xizmetguzar ku bersiva daxwaziyên welatiyan bide.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokomarê Iraqê Berhem Salih îro Çarşema 17/11/2021, li Hewlêrê civînek pêk anîn.

Di civîna Nêçîrvan Barzanî û Berhem Salih de, qonaxa piştî hilbijartina parlamentoya Iraqê û encamên wê, peywendiyên Hewlêr-Bexdayê û hewlên çareserkirina pirsgirêkên di navbera aliyan de, mijara damezrandina hikûmeta nû û rewşa Iraqê bi giştî hatin gotûbêjkirin.

Şerê li dijî terorê, rûbirûbûna metirsiyên DAIŞê û pêşhatên li navçeyê beşek ji mijarên civînê bûn ku giftugo li ser hatin kirin.

Herwiha herdu aliyan tekezî li ser girîngî û pêwîstiya hevkarî û hevahengiya hêz û aliyên Iraqî kir ji bo derbaskirina astengiyên vê qonaxê.

Nûçeyên têkildar