26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Emar Hekîm daxwazek ji Serok Barzanî kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Serokê Bizava Hîkme ya Iraqî, Seyîd Emar Hekîm kir û di wê hevdîtinê de Hekîm daxwaz ji Serok Barzanî kir di dabînkirina aramiya siyasî û lihev nêzîkkirina aliyên siyasî de roleke aktîf bilîze.

Serok Barzanî îro Çarşema 17.11.2021 li Selahedîn pêşwazî li Serokê Bizava Hîkme ya Iraqî, Seyîd Emar Hekîm kir.

Di civînê de behsa rewşa siyasî ya Iraqê û encamên hilbijartinên giştî yên Iraqê hat kirin û çend pêşniyar jî bo qonaxa piştî hilbijartinan hatin gotûbêjkirin.

Seyîd Emar Hekîm daxwaz ji Serok Barzanî kir di dabînkirina aramiya siyasî û lihev nêzîkkirina aliyên siyasî de roleke aktîf bilîze.

 

Nûçeyên têkildar