Nêçîrvan Barzanî û Seyîd Emmar Elhekîm rewşa Iraqê nirxandin

Hewlêr-KDP.info- Sibehiya îro Çarşema 17.11.2021 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Seyîd Emmar Elhekîm Serokê Tevgera Hîkme kir.
Di hevdîtinê de rewşa Iraqê bi giştî, encamên hilbijartina pêşwext ya Encumena Nûnerên Iraqê, pêşbîniyên ya paşeroja proseya siyasî, hikûmeta paşerojê ya federaliya Iraqê û erk û gefên li ber wê hatin nirxandin.
Herdu aliyan tekezî li ser girîngiya parastina aramiya siyasî ya li Iraqê û destgirtina bi bijardeya demokrasiyê û pêşxistina proseya siyasî û gihîştina hêz û aliyên Iraqî bi hevdû têgihiştineke rizamend a ji bo hemûyan kirin ku xizmetê bi niha û pêşeroja Iraqê û çareserkirina kêşeyên wê bike.
Di mijareke dinê hevdîtinê de behsa dîtin û têbîniyên li ser proseya dengdanê kirin û her du alî hevra bûn ku her nerazîbûn û têbîniyek li ser encamên hilbijartinê hebê, li gor rêkarên destûrî û yasayî bêne çareserkirin û hikûmeta pêşerojê jî girîngiyê bi daxwaz û çaverêyiyên welatiyan bibe.




