26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî sersaxî ji malbata Nivîskar Pîr Xidrê Silêman re xwest

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Masûd Barzanî ji ber koça dawî ya nivîskar û mamosteyê ziman û wêjeya Kurdî û kesayetiya civaka Êzîdî Pîr Xidrê Silêman peyameke sersaxiyê ji malbata rehmetî re şand. Ev jî tekesta wê peyamê ye:

Bi navê Xwedayê mezin û Dilovan

Bi xem û kovaneke mezin min xebera koça dawî ya rewşenbîr û nivîskar û mamosteyê ziman û wêjeya Kurdî û kesayetiya civaka Êzîdî Pîr Xidrê Silêman bihîst.

Bi vê helkeftê ez sersaxiyê ji malbat û kesûkarên Pîr Xidrê Silêman û tevaya nivîskar û navendên kiltûrî û Bingeha Laleş û civaka Êzîdî re dixwazin.

Ez ji Xwedayê mezin lavakar im ku sebir û aramiyê bide malbat û kesûkarên rehmetî û canê wî şad be û cihê wî behişta berîn be.

Mesûd Barzanî

15.11.20

Nûçeyên têkildar