26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Encûmena Aٔsayişa Kurdistanê: Ti kesek li Kurdistanê ji ber pirsgirêka siyasî û azadiya kesî naçar nebûye sefere bike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de aşkere kiriye diyardeya koçkirinê ji bo welatên rojava belavkiriye û amaje bi wê yekê kiriye ku hîç kesek li herêma Kurdistanê ji ber kêşey siyasî û azadîa kesî neçar nebûye sefere bike.

Yekşema 14.11.2021ê Encûmena Aasayîşa Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de aşjere kiriye û demeke diyardeya koçkirinê ji bo welatên rojٔava serî hildaye ku hinek hemwelatîyên Herêma Kurdistanê ji bo wergirtna mafê penaberiyê berê xwe dane Belarûsê ji bo bikaribin mafê penaberiyê li welatên rojٔava werbigirin.

Herwiha di berdewamiyê jî de hatiye gotin: “Beşek ji wan hemwelatiyan ji aliyê PKKê û komeke qaçaxçî û hindek kompanyayên geştiyariyê û hinek bazirganên siyasî hatine îstîxlalkirin. Bi bahaneya cûrbecûr bixine rû û tomet bibexşin bi Herêma Kurdistanê ji bo dosyeya xwe ya wergirtinê di wan welatan de bihêztir bikin.”

Amaje bi wê yekê jî hatiye kirin. Herêma Kurdistanê bûye pêgeheke aram ji bo pêkvejiyan û ٔazadîy takekesî ji ber wê ye jimareyeke zor li xelkê biyanî û welatên doruber û herêmên din û Iraqê sûdê  ji wê aramiya Herêma Kurdistanê wergirtine bo cihê nîştecêbûn û manînê pena xwe anîne. Herweha ji aliyê derfetan baştirkirina jiyanê li Herêma Kurdistanê di warê pêşdexistinê gavên baş avêtine û bûye cihê serdana xelkê derve yê herêm û derfeta bidestanîna derfeta kar a zortir rexsandiye û xelkê Herêma Kurdistanê sûdmendin ji wê pêşveçûnê.

Herweha di berdewamiya daxuyaniyê jî de hat gotin: “Ew hemwelatiyên niha li Belarûsê ne asê me pereyekî zêde xerc kirine û bi rêyeke yasayî û giştî ya yasayî sefer kirine ji bo gehiştina wî welatî û ji bo jî wî welatî jî biçin welatekî din. Herweha hîç kesek li Herêma Kurdistanê ji ber pirsgirêka siyasî û azadîya kesî neçar nebûye sefere bike. Wan hemwelatîyan bi awayekî azadane geştkirine ji bo welatekî din.’’

 

Nûçeyên têkildar