Mesrûr Barzanî û Balyozê Misrê behsa pêşvebirina pêwendiyan kirin

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 14ê Mijdara 2021ê pêşwazî li Balyozê Misrê li Iraqê Welîd Mihemed Îsmaîl kir û di wê hevdîtinê de herdû aliyan behsa pêvebirina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Misrê de kirin.
Di hevdîtinê de ku Kosulê Misrê li Hewlêrê Wecîh Hîcazî amade bû, behsa rewşa giştî ya Iraqê û pêşvebirina pêwendiyên di navbera Misr û Herêma Kurdistanê hate kirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje bi pêgeha girîng a Misrê li navçeyê kir û daxwaza Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistina pêwendiyan ligel Misrê di hemû waran de nîşan da.
Balyozê Misrê spasiya hevahengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û amadehiya welatê xwe ji pêşvebirina zêdetir a pêwendiyan nîşan da, bi taybetî di warê weberhênan û bazirganî de.




