26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî spasiya piştevaniya berdewam a Frasa bo Kurdistanê kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Îro Pêncşema 11/11/2021 Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Fermandeyê Giştî yê Hêzên Operasyonên Taybet ê Fransayê General Bertrand Tucuz kir.

Di hevdîtinê de gotubêj derbarê perepêdana peywendî û hemahengiya navbera Fransa û Herêma Kurdistan û hewlên rûberûbûna terorê hat kirin.

Fermandeyê Giştî yê Hêzên Operasyonên Taybet ê Fransayê Bertrand Tucuz, amaje bi pêgeha giring a Herêma Kurdistanê kir weke faktereke seqamgîriyê li Iraq û navçeyê û tekez jî kir serdana wî ji bo Herêmî Kurdistan, ji bo dûpatkirina dirêjedanê bi kar û hemahengiya bihêz di navbera Herêma Kurdistanê û Fransa, di çarçoweya hevpeymaniya navewletî ya li dijî DAIŞê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî spasiya piştevaniya berdewam a Fransayê kir û amadebûna Herêma Kurdistanê ji bo bihêztirkirina peywendiyan û karê hevbeş û hemahengiya dûalî derbirî.


 

Nûçeyên têkildar