26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Balyozê Pakistan: Pêgeha Herêma Kurdistanê girîng e

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro çarşemê 10ê Mijdara 2021ê pêşwazî li Balyozê Pakistanê yê li Iraqê Ehmed Emced Elî kir.

Di hevdîtinê de Balyozê Pakistanê silav û rêzên serkirdetiya Pakistanê gihande Serokwezîrê Herêma Kurdistanm û daxwaza welatê xwe ji bo pêşvebirina pêwendiyên ligel Herêma Kurdistanê nîşan da, bi taybetî di warê veberhênan û danûstandinên bazirganî û perwerdehiyê de ji bo xwendekarên Herêma Kurdistanê li zanîngehên Pakistanê.

Balyozê Pakistanê herwiha bi pêzanînên xwe bal kişand ser pêşketin û avakirin û pêgeha girîng a Herêma Kurdistanê, ku weke faktora aramî û segamgîriyê ye li navçeyê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tevî tekezkirina li ser amadebûna Herêma Kurdistanê ji bo pêşvebirina pêwendiyên ligel Pakistanê, behsa bernameya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li ser hemecûrkirina aborî û çavkaniyên dahatê û pêşkêşkirina hêsankariya pêwîst ji bo veberhêneran kir.

Di civînê de herwiha derfetên kar û hemahengiya hevbeş ji bo mijarên cihê girîgiyê yê herdu aliyan in, hatin gotûbêjkirin.

 

 

Nûçeyên têkildar