Generalê Hevpeymanan xatir ji Mesrûr Barzanî xwest: Ezê her dostekî dilsoz ê gelê Kurdistanê bim

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li cîgirê fermandehiya giştî ya hêzên hevpeyman li Iraq û Sûriyê, general Richard Bell kir.
Serokê hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Sêşemê pêşwazî li cîgirê fermandehiya giştî ya Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê General Richard Bell kir ku ji ber xilasbûna erkên xwe û bo xatirxwastinê serdana wî kiribû.
Serokê Hikûmeta Kurdistanê spasiya General Bell kir ji ber kar û xizmetên ku di dema borî de kiriye û hêviya serkeftinê jê re xwast di erkê wî yê nû de.
General Bell jî bi nirxdarî behsa hevkarî û hemahengiya dezgehên pêwendîdar yên Kurdistanê bo hêzên Hevpeymanan kir û ragihand, ew herdem xwe wek dostê gelê Kurdistanê dizane, li her cihekî be û di her erkekî de be.
Di civînê de behsa gef û metirsiyên DAIŞê bi taybet li deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê û girîngiya berdewambûna alîkarîkirina Pêşmerge jî hat kirin.




