Mesrûr Barzanî û Alîkarê Wezîrê Derve yê Îranê guhertin û pêşhatên navçeyê gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Alîkarê Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê bo Karûbarên Dîplomatîk ên Abûriyê Mehdî Seferî kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Duşema 8ê Mijdara 2021ê pêşwazî li Alîkarê Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê bo Karûbarên Dîplomatîk ên Abûriyê Mehdî Seferî kir.
Di hevdîtinê de ku Konsulê Îranê yê li Hewlêrê Nesrullah Reşnûdî jî amade bû, li ser pêşvebirina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê hat gotûbêjkirin, bi taybetî pêşvebirina pêwendiyên aborî û danûstandina bazirganî û derfetên veberhênanê.
Herwiha guhertin û pêşhatên navçeyê û pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî û çend mijarên din ên cihê girîngiya hevbeş, mijarên din ên hevdîtinê bûn.




