25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Şêwirmendê Hikûmeta Brîtanya: Kurdistan faktoreke aramiyê ye li navçeyê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî îro Dûşema 8.11.2021 li Şêwirmendê serbazî yê Hikûmeta Brîtanya di karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqa de kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeka hikûmeta Brîtanya bi serokatiya Şêwirmendê serbazî yê hikûmeta wî welatî di karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqa, Sammy Simpson kir.

Di civînê de ku konsulê giştî yê Brîtanya li Hewlêrê, Davin Hunt jî amade bû, rewşa giştî ya Iraqê piştî hilbijartinan û pêwendiyên her du welatiyan hat axaftin.

Di hevdîtinê de her du aliyan hewla kuştina serokê hikûmeta Iraqê Mistefa Kazimî bi tundî şermezar kirin û piştevaniya xwe bo parastina aramiya Iraqê nîşan dan.

Şêwirmendê serbazî yê hikûmeta Brîtanya behsa girîngiya pêgeha Herêma Kurdistanê kir wek faktoreke aramiyê li Rojhilata Navîn û pêbendbûna welatê xwe jî bo berdewambûn li ser piştevanîkirina Kurdistanê bi taybet Pêşmerge anî ziman.

Serokê hikûmeta Kurdistanê jî spasiya Brîtanya û hêzên hevpeyman kir ku berdewam piştevaniya Kurdistanê û Pêşmerge dikin û tekezî li ser parastina aramî û pêşxistina piroseya siyasî ya Iraqê kir bi rêya pêkanîna hikûmetekê ku xizmeta hemû gelên Iraqê bike.

 

Nûçeyên têkildar