Serok Barzanî pêşwazî li şêwirmendê Wezareta Berevaniya Brîtanya kir

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li şêwirmendê herî payebilind ê wezareta berevaniya Brîtanya yê karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqa û şandeya li gel kir. Şandeyê piştevaniya welatê xwe ji bo çaksaziya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê teqez kir.
Îro 08.11.2021ê li Selahedîn Serok Barzanî pêşwazî li şêwirmendê herî payebilind ê Wezareta Berevaniya Brîtanya yê karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqa Sammy Sampson û şandeya li gel kir û di hevdîtinê de konsolê Brîtanya li Hewlêrê David Hunt jî amade bû. Rewşa siyasî û ewlehiya Iraq û navçeyê û metirsiya terorê hate gotûbêj kirin. Herwaha li ser pêşhateyên dawiyê yên siyasî yên Iraqê û bi taybet jî qonaxa piştî helbijartinên encûmena nûnerên Iraqê hatin ronahî kirin.
Di heman hevdîtinê de şandeya mêvan diyar kir ku Brîtanya wek dostekî bihêz ê herêma Kurdistan û Iraqê dê bimîne û piştevaniya welatê xwe bo çaksazî li hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de jî teqez kir.




