Hikûmeta Kurdistanê bi hezaran belgeyên tawanên DAIŞê radestî tîma UNITADê kiriye
__2021_11_03_h19m20s29__HK.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Çarşema 3.11.2021 pêşwazî li Şêwirmendê Taybet û Serokê nû yê Tîma Lêkolînan a Navdewletî ya Tawanên DAIŞê (UNITAD) Cristian Reacher kir.
Di hevdîtinê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahiya destbikarkirinê li Serokê nû yê UNITADê kir û di erkên wî de hêviya serkeftinê ji bo wî xwest û tekezî li girîngiya piştevaniya UNITADê ji bo hewldanên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo dadgehîkirina tawanbarên DAIŞê kir.
Serokê nû yê tîma UNITADê, spasiya alîkarî û hemahengiya aliyên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ligel Tîma Lêkolînan a Navdewletî ya li Tawanên DAIŞê kir.
Di civînê de hat amajekirin ku di nava du salên borî de Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hezaran belgeyên tawanên terorîstên DAIŞê radestî tîma UNITADê kirine û hemahegiya xwe ya pêwîst ligel tîmê didomîne.
Rêkarên yasayî yên herî dawî û teknîkên dadgehîkirina tawanbarên DAIŞê û arşîvkirina tawanên wan û dîjîtalkirina wan û pêşvebirina hemahengiya navbera desthilata dadwerî li Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî, mijarên din ên gotûbêjê bûn.