Serok Barzanî ji ber koça dawî ya hevjîna Nîhad Barzanî peyamek sersaxiyê belav kir

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî ji ber koça dawî ya hevjîna Nîhad Barzanî peyamekî serxweşiyê belav kir û ragehand, ji ber tedbîrên xweparastina ji vîrusa koronayê taziye nayê danîn.
Îro 03.11.2021ê Serok Mesûd Barzanî peyamek serxweşiyê belav kir û ragehand: “Mixabin duh 02.11.2021ê jinbira min Mizefer Mistefa Beg ku hevjîna Nîhad Barzanî ye, ji ber nexwaşiyê koça dawî kir.”
Serok Barzanî di beşeke din a peyama xwe de dibêje: “Hêviya şîfa û selametiyê ji bo hemû nexweşan dixwazim û ji xwedayê mezin daxwaz dikim miriyên hemû aliyan efû bike. Ji ber tedbîrên rêgiriyê li belavbûna nexwaşiya koronayê û ji ber parastina selametiya xelkê taziye nayê danîn.”




