26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî pêşwazî li balyozê Belarusya li Iraqê kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî îro 1ê Mijdara 2021ê pêşwazî li Balyozê Belarusya li Iraq Viktor Rybak kir.

Di hevdîtinê de, proseya siyasî, hilbijartinên meha Cotmeha borî ya Encûmena Nûneran a Iraqê û qonaxa piştî hilbijartinan hatin guftûgokirin.

Her di vê civînê de, tekezî li pêşvebirina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Belarusya de hat kirin.

Pirsa koçê û hevahengiya navdewletî ya di pirsa koç û koçberan de jî, mijareke vê civînê bû û di wê derbarê de Serok Barzanî tekezî li wê kir ku di pirsa koç û koçberan de hemû alî rehendên mirovî li ber çavan bigirin û jiyana koçberan biparêzin.


 

Nûçeyên têkildar