26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî: Ez gelekî xemgîn bûm bi şehîdbûna herdu pêşmergeyên qehreman

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokewzîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameka sersaxiyê arasteyî malbatên wan pêşmergeyan kir ku li Pirdê şehîd bûn.

Peyama Mesrûr Barzanî wiha ye:

“Ez gelekî xemgîn bûm bi şehîdbûna pêşmergeyên qehreman Xalid Hemîd Heyas Kakeyî û Ako Kerîm Qadir di êrişa şeva borî ya terorîstên DAIŞ li Pirdê. Ez sersaxiyê didim malbat û heval û hogirên wan û şirîkê xema wan im.

Ev êrişa terorîstî cardin girîngiya hemahengiya navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî û alîkariya hevpeymaniya navdewletî îspat dike bo rûbirûbûna gefên terorîstên DAIŞê û tijîkirina valahiya ewlehiyê li deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê.”

 

Nûçeyên têkildar