Nêçîrvan Barzanî sersaxî ji malbatên herdu pêşmergeyên şehîd re xweset

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sersaxî ji malbat û kesûkarln herdu pêşmergeyên ku şeva derbasbûyî li navçeya Pirdê di encama êrişa DAIŞê de şehîd bibûn re xwest û got: “Berdewambûna berfirehkirina êrîşên terorîstan wê rastiyê nîşan dide ku DAIŞ hêj xetereyek metirsîdar e û gefan li aramî û aramiya welat dixwe.”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê şehîdkirina herdû pêşmergeyan û êrîşa DAIŞê de peyamek belav kir.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de weha dibêje: "Ez hevxemê malbat, kesûkar û hemû dost û hevalên pêşmerge leheng im. Ez êş û elemên wan ji nêzîk ve hîs dikim. Ez hêvî dikim ku Xweda giyanên şehîdan bi rehma xwe şad bike û wan û me hemûyan bibexşîne û sebrê bie me hemûyan. Ev herdu pêşmerge di dema şerê rûbirûna terorîstên DAIŞê de li Pirdê şehîd bûn û canê xwe yê pak ji bo welat dan.”
Serokê Herêma Kurdistanê herwiha got: “Berdewambûna berfirehkirina êrîşên terorîstan wê rastiyê nîşan dide ku DAIŞ hêj xetereyek metirsîdar e û ew gef e li ser aramiya welat. Ji ber wê divê bi îrade û desteke polayîn, bi hevkarî û hevahengiya pêşmerge û Artêşa Iraqê û hêzên ewlekariyê û bi piştgiriya Hevpeymaniya Navdewletî kar bikin heta ji navbirina yekcarî ya wan.”




