25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî êrişa li Diyale şermezar kir: DAIŞ hîn jî gef e

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi tundî êrîşa şeva bihorî ya li qezaya Şareban a parêzgeha Diyale ya Iraqê şermezar kir û ragihand, heta niha jî DAIŞ gefeke cidî ye.

Mesrûr Barzanî îro Çarşema 27ê Cotmehê di twîtekê de têkildarî êrişa şeva bihorî ya li qezaya Şareban a parêzgeha Diyaleyê ragihand, “Bi tundî vê êrişa terorîstî ya şeva bihorî ku li Diyaleyê çê bû, şermezar dikim, sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan û birîndaran re dixwazim.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwiha dibêje, “Hêj jî DAIŞ gefeke cidî ye li ser aştî û pêkvejiyana li herêmê û pêwîstiya wê bi bersivdaneke bikomî û herêmî heye.”

Şeva bihorî çekdarên DAIŞê, li parêzgeha Diyale ya Iraqê êrîşî gundekî qezaya Şarebanê kirin ku di encama wê êrişê de 11 kes hatin kuştin û 13 jî birîndar bûn.

Nûçeyên têkildar