Nêçîrvan Barzanî êrişa DAIŞê ya li Diyaleyê şermezar kir

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî êrîşa DAIŞê ya li parêzgeha Diyaleyê bi tundî şermezar kir û ragihand, girîng e ku hemû alî bi hev re piştevaniya hêzên ewlehiyê bikin.
Şeva bihorî çekdarên DAIŞê, li parêzgeha Diyale ya Iraqê êrîşî gundekî qezaya Şarebanê kirin ku di encama wê êrişê de 11 kes hatin kuştin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro Çarşema 27.10.2021 hevxemiya xwe ligel malbat û kesûkarên vê êrîşê nîşan da û nivîsî: “Em bi tundî vê êrîşa xwînawî û tawankarî ya DAIŞê bo ser kesûkarên xwe li Diyaleyê şermezar dikin.”
Nêçîrvan Barzanî diyar kir, vê êrişê careke din tekezî li ser wê yekê kir ku “Pêwîst e em hemû bi hev re bi awayekî bihêz piştevaniya hêzên me yên ewlehiyê bikin li dijî van metirsiyên me dikin armanc.”
Serokê Herêma Kurdistanê herwiha dibêje, “Rehmet li şehîdan û şîfa jî ji birîndarên me re. Dilê me bi kesûkarên men yê li Şarebanê re ye û em hevparê êşên wan in.”




