26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî û Balyozê Almanya: Berdewamiya hevkarîkirina Pêşmerge girîng e

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 26.10.2021 pêşwazî li Balyozê Almanya yê nû li Iraqê Martin Jager kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahiya destbikarbûna Balyozê Almanya yê nû li Iraqê kir û hêviya serkeftinê di erkê wî de xwast ji bo pêşvebirina pêwendiyên Almanya bi Iraq û Herêma Kurdistanê re.

Balyozê Almanya spasiya hevahengî û hevkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanêkir û daxwaza welatê xwe ya pêşxistina pêwendiyên di hemû waran de bi Herêma Kurdistanê re nîşan da.

Di hevdîtinê de, herwiha guftûgo derbarê hilbijartinên vê dawiyê yên Iraqê û Almanya, çaksaziyên kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û girîngiya berdewambûna hevkarîkirina Pêşmerge hatin kirin.


 

Nûçeyên têkildar