Balyozê Filîpîn: Li welatê min rêz û pêgeheke taybet ji Pêşmerge re heye

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî li pêşwazî li Balyozê Fîlîpîn li Iraqê Generoso Calonge kir û di wê hevdîtinê de balyozê Filîpîn got, li Filîpînê rêz û pêgeheje taybet ji Pêşmerge re heye.
Serok Barzanî îro Sêşema 26.10.2021 li Selahedîn pêşwazî li balyozê Filîpîn li Iraqê kir.
Di hevdîtinê de, Balyozê Filîpîn li Iraqê pesnê rola Serok Barzanî di xebata gelê Kurdistanê da û xweragiriya gelê Kurdistanê û rola Pêşmerge di şerê li dijî terorê de bilind nirxand û ragihand, li welatê wî rêz û pêgeheke taybet ji Pêşmerge re heye.
Her di vê hevdîtinê de, gefên terorê, hizra tundrewiyê û çawaniya rûbirûbûna terorê li ser asta cîhanê hatin guftûgokirin.




