26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Balyozê Amerîka bo Mesrûr Barzanî: Em piştevaniyê li Iraqeke federal û aram dikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li balyozê Amerîka li Iraqê kir.

Serokewzîr Mesrûr Barzanî îro li Hewlêrê pêşwazî li balyozê Amerîka li Iraqê, Matthew Tueller kir.

Di civînê de behsa rewşa dawî ya Iraqê, Rojhilata Navîn û pêwendiyên Kurdistanê û Amerîka hat kirin.

Balyozê Iraqê pîrozbahiya serkeftina hilbijartinên Iraqê li serokê Hikûmeta Kurdistanê kir û piştevaniya Amerîka jî bo Iraqeke federal û aram û xwedî serwerî anî ziman.

Serokê Hikûmeta Kurdistanê jî piştî ku spasiya piştevaniya Amerîka kir, behsa girîngiya pêkanîna hikûmeteka giştgîr kir ku maf û daxwaziyên hemû pêkhateyên Iraqê misoger bike û arîşeyên helavêstî yên Herêma Kurdistanê û Bexdayê bi rengekî rîşeyî û li ser bingehê destûr çareser bike.

 

Nûçeyên têkildar