25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Almanya: Emê li ser piştevanîkirina Herêma Kurdistanê berdewam bin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Îro Sêşema 26.10.2021 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwazî li Martin Jaeger Balyozê Almanya yê nû li Iraqê kir.

Di civînê de hilbijartinên Iraqê, encamên wê û dîtin û pêşbîniyên ji bo pêşeroja proseya siyasî ya li Iraqê, pêşxistina peywendiyên Almanya li gel Iraq û Herêma Kurdistanê û rewşa Iraqê bi giştî hate nirxandin.

Balyozê Almanya piştrast û dûpat kir ku piştî hilbijartin û bi hatina ser karê hikûmeteke nû li Berlîn, heman siyaset û muameleya Almanya li gel Iraq û Herêma Kurdistanê wekî xwe berdewam dibe û welatê wan li piştgîriya Iraq û Herêma Kurdistanê, her wiha wekî endameke Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî DAIŞê berdewam dibe.

Herwiha balkişand li ser wê yekê jî ku ji nêzîk ve li gel Wezareta Pêşmerge ji bo çaksazî û yekxistina Pêşmerge kar dikin û rola Serokê Herêma Kurdistanê ya di vî derbarî de bi girîng da zanîn.

Ji aliyê xwe ve Serok Nêçîrvan Barzanî ji bilî pîrozbahiya destbikarbûnê û hêviya serkeftinê ji bo Balyozê Almanya xwest, spas û pêzanînên Herêma Kurdistanê ji bo Almanya derbirî û dûpat kir ku hevkarî û piştgîriya serbazî, mirovî û siyasî ya Almanya ji bo Herêma Kurdistanê tu demekê nayê jibîrkirin û berdewamiya piştgîriya Almanya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê cihê kêfxweşiyê û bi girîng û pêwîst nîşan da.

Pêşhatên Efxanîstanê, rewşa navçeyê bi giştî û çend pirseke dinê girîng û hevbeş, mijarên dinê civînê bûn ku Konsulê Giştî yê Almanya jî di wê civînê de amade bû.


 

Nûçeyên têkildar