26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Balyozê Amerîka serkeftina PDK li Serok Barzanî pîroz kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî îro Duşema 25ê Cotmeha 2021ê pêşwazî li Balyozê Amerîka li Iraqê Matthew Tueller kir.

Di hevdîtinê de, Balyozê Amerîka li Iraqê pîrozbahiya serkeftina proseya hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê û serkeftina kandîdên Partiya Demokrata Kurdistanê li Serok Barzanî kir û hêviya xwast ku encamên bibe sedema aramiya Iraqê û rastbûna proseya siyasî.

Balyozê Amerîka li Iraqê tekezî li wê jî kir, hevbeşiya welatê wî ligel Herêma Kurdistanê stratejî ye û alîkar e ji bo aramiya Iraq û navçeyê.

Her di wê civînê de, guftûgo derbarê qonaxa piştî hilbijartinan û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hatin kirin û tekezî li ser berçavgirtina perensîpên hevbeşiya rasteqîne hate kirin.

Rewşa Sûriyê û gefên terorê li ser asta Iraq û navçeyê, mijareke din a hevdîtinê bû.

 

Nûçeyên têkildar