Serokê Herêma Kurdistanê û Balyozê Hîndîstanê civiyan

Hewlêr-KDP.info- Îro Dûşema 25.10.2021 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Prashant Pisê Balyozê Hîndîstan li Iraqê kir.
Di civînê de Serok Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiya destbikarbûnê li Balyoz kir û hêviya serkeftinê ji bo wî xwest, hemû piştgîriyek jî ji bo serxistina erk û karên wî de nîşan da, herwiha xwesta Herêma Kurdistanê ya ji bo pêşxistina peywendiyan û bi taybetî jî rexsandina derfeta veberhênan û sermayeguzariya Hîndîstanî dûpat kir û spasî wan derfetan kir ku heta niha di vî warî de li Herêma Kurdistanê pêşkêş kirine.
Ji aliyê xwe ve Balyozê Hîndîstanê tekez li wê yekê kir ku Hîndîstan bi girîngiyê ve li peywendî û derfetên veberhênan û sermayeguzariya li Iraq û Herêma Kurdistanê dinêre û li gel tîmên Konsolxaneya xwe ya li Hewlêrê bernameyeke çalak ji bo pêşxistina peywendiyan û warên alîkariya hevbeş heye û kar li ser dikin. Her wiha balkişand li ser xûlên fêrkirin û rahênana pîşeyî ku li Iraq û Herêma Kurdistanê pêşkêş dikin.
Nirxandina hilbijartinên Iraqê û encamên wê û çaverêyî û hewlên ji bo pêkanîna Hikûmeta nû ya Federaliya Iraqê, mijareke dinê civînê bû, tê de herdu alî hevnerîn bûn li ser wê yekê ku avakirina sîstema sazî û damezraweyî ya ji bo parastina demokrasiyê, her wiha pêgihiştina siyasî û beşdariya dengderan li proseya dengdanê da ya ji bo guhertinên aştiyane pêwîste û tekez li ser girîngiya aramiya Iraqê ya ji bo tevahiya navçeyê kirin.
Kultûra pêkvejiyanê û lêborîna li navbera pêkhatan da ji bilî cûdahiya olî û neteweyî ya li Hîndîstan û Herêma Kurdistanê, hilgirtina kotubendiya seferên ji bo Hîndîstanê, pejika Korona û encamên wê yên li gel proseya derzîlêdanê, girîngiya geşta raste rast ya asmaniya di navbera her du aliyan û serdana welatiyên Herêma Kurdistanê ya ji bo çareseriya pizîşkî li Hîndîstanê, karê revenda Hîndîstanî li Herêma Kurdistanê û çend pirseke din jî li civînê de xistin ber behs ku Konsulê Giştî yê Hîndîstan li Herêma Kurdistanê jî di civînê de amade bû.




