Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Balyozê Kanadayê kir

Hewlêr-KDP.info- Îro Dûşema 25.10.2021 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, bi helkefta dawîhatina erkê wî, pêşwaziya Ulric Shannon Balyozê Kanada li Iraqê kir.
Di hevdîtinê de Serok Nêçîrvan Barzanî spasî erk û keda Balyozê Kanada li Iraqê ji bo pêşxistina peywendiyên welatê xwe yên li gel Iraq û Herêma Kurdistanê kir û hêviya serkeftinê di erkê wî yê nû de jê re xwest.
Balyozê Kanada jî dûpat kir ku welatê wî bi girîngiyê ve li peywendiyên xwe yên li gel Iraq û Herêma Kurdistanê dinêre û hêvî xwest di hemû waran de peywendiyên wan bêne pêşxistin.
Nirxandina hilbijartinên Iraqê û beşdariya çavdêrên Kanadî di proseya dengdanê de, helwesta aliyên Kurdistanî û nerîna ji bo rewşa dawî ya hilbijartinan, proseya pêkanîna Hikûmeta Federaliya Iraqê, pirsa azadiyan û azadiya raderbirîn û ragihandinê li Herêma Kurdistanê, çend mijareke dinê hevdîtinê bûn ku Berpirsê Nivîsîngeha Balyozxaneya Kanada li Hewlêrê jî tê de amade bû.




