Piştî 54 salan bi kes û karên xwe şadbû û serdana mezarê nemiran kirin
Barzan-KDP.info/ Xatu Elmîda Kudibîte keça şehîd Yasîn Mikayl Sêlkî hevalê Barzanî yê nemir li rêrewa Yekîtiya Sovyeta berê digel herdû keçên xuşka xwe piştî 54 salan li Rusya vegeriyaye herêma Kurdistanê û bi kes û karên xwe şadbûye digel hejimareka xizm û kesan seredana mezarê nemiran kirin li Barzan.
Piştî gehştina wan bo Barzan ji layê berêz Xelat Barzanî nûnenerê cenabê serok Barzanî ve hatine pêşwazî kirin û taça gulîne li ser mezarê nemiran danan paş xwendina sureta fatîhe xatu Elmêda peyvek pêşkêş kir û xoşhaliya xwe bwevê seredanê derbirî got evro bo me şanaziyeka mezne ku ew rêbaza babê me liser şehîd bûye milletekê zulm lêkirî pê rizgarbû ku ewjî rêbaza pîroza Barzanî yê nemr bû




