26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li konsulê nû yê Urdinê kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li konsulê nû yê Urdinê li Hewlêrê kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Duşema 25/10/2021 pêşwazî li Konsulê Giştî yê nû yê Urdinê li Herêma Kurdistanê Fuad El-Mecamlê kir.

Di hevdîtinê de, Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahiya li destbikarbûna Konsulê Giştî yê Urdinê li Herêma Kurdistanê kir û hêviya serkeftinê di erkê wî yê nû de xwast. Herwiha spasiya piştevaniya berdewam a Şahê Urdinê Şah Ebdulla di demên dijwar de kir.

Ji aliyê xwe ve, Konsulê Giştî yê Urdinê ligel derbirîna xweşhaliya xwe bi destbikarbûnê, Dubare kir ku ew bi coş û peroş e ku bi saziyên Herêma Kurdistanê re bixebite û pêwendiyan pêş bixe.

Herdu alî hevnerîn bûn ku pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Urdinê dîrokî ne û nirxên hevpişk di nav xwe de kom dikin û derfeta berfirehkirina wan di warên pêwendî û hevkariyê de jî heye ku sûda wê dê ji bo Herêma Kurdistanê, Iraq û Urdinê hebe.

Hilbijartinên Iraqê, hewlên damezirandina hikûmeta bê ya federalî, nexweşiya Korona û ziyanên wê û proseya vaksînkirinê, kar û çalakiyên revanda Urdinê li Herêma Kurdistanê, pirsa aramiyê li Urdin, Iraq û navçeyê bi giştî, çend mijarên din ê hevdîtinê bûn.

 

Nûçeyên têkildar