Balyozê Kanada: Em dixwazin pêwendiyên xwe ligel Kurdistanê pêş bixin

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li balyozê Kanada li Iraqê û şanda pê re kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro Yekşema 24.10.2021 pêşwazî li balyozê Kanada li Iraqê, Ulric Shannon kir.
Serokê hikûmeta Kurdistanê spasiya balyozê Kanada kir ji ber hewlên wî yên pêşxistina pêwendiyên Kanada bi Kurdistan û Iraqê re û hêviya serkeftinê jê re xwast.
Balyozê Kanada jî behsa girîngiya berdewambûna pêwendiyên Kanada bi Herêma Kurdistanê re kir û hêviya welatê xwe bo pêşxistina pêwendiyan jî anî ziman.
Di civînê de behsa rewşa Iraqê piştî hilbijartinên giştî û pêwendiyên Kurdistan û Iraqê û piştevanîkirina Pêşmerge di şerê terorê de û çend mijarên din jî hatin axaftin.




