Serok Barzanî: Serkeftina piroseya siyasî li Iraqê girêdayî bihêzbûna demokrasiyê û şirîkatiyê ye

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li balyozê Kanada li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de Serok Barzanî got, serkeftina piroseya siyasî li Iraqê girêdayî bihêzbûna demokrasiyê û şirîkatiyê ye.
Serok Barzanî îro Yekşema 24.10.2021 li Selahedîn pêşwazî li Balyozê Kanada li Iraqê, Orlîk Şanon û şanda pê re kir.
Di civînê de ku berpirsê ofîsa balyozxaneya Kanada li Hewlêrê, Îv Doval jî amade bû, behsa rewşa siyasî ya Iraqê, hilbijartinên vê dawiyê û qonaxa piştî hilbijartinan hat kirin.
Serok Barzanî diyar kir, serkeftina piroseya siyasî li Iraqê girêdayî bihêzbûna demokrasiyê û bicîhanîna şirîkatiyê û rêzgirtin li mafên hemû gelên Iraqê ye.
Di hevdîtinê de herdu aliyan behsa pêwendiyên dostaniyê yên gelê Kurditanê û gelê Kanada kirin.




