Serok Barzanî pêşwazî li balyozê Swêd li Iraqê kir

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwazî li balyozê Swêd yê Ii Iraqê kir û spasiya Swêdê kir ku berdewam li gel êş û azarên gelê Kurdistanê hevsoz bûye û rojên teng de alîkariya hemwelatiyên Kurdistanê kiriye.
Îro Şemiya 23.10.2021ê li Selahadînê Serok Barzanî pêşwazî li balyozê nû yê Swêdê li Iraqê Jonas Loven kir û di hevdîtinê de balyozê Swêdê li Iraqê, di şerê dijî rêxistina terorîst a DAIŞê de pesnê rola hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir û pêzanînên wî ji bo herêma Kurdistanê hebû ji ber alîkariya ji koçber û penaberan û lêqewmiyan daye.
Balyozê Swêdê amaje bi rola diasporaya kurd a di berfireh kirina peyvendiyên herdu aliyan kir û hêvî xwest ku peyvendiyên di navbera welatê wan û herêma Kurdistanê di warê aborî de jî pêşbikevin.
Di hevdîtinê de Serokê Barzanî jî spasiya Swêdê kir, ku berdewam li gel êş û azarên gelê Kurdistanê hevsoz bûye û di rojên teng de alîkariya hemwelatiyên Kurdistanê kiriye.
Serok Barzanî wekî ku pêşwazî li pêşxistina peyvendiyên herdu aliyan kir, di kar û erkên wî de jî hêviya serkeftinê ji bo balyozê nû yê Swêdê li Iraqê xwest.
Herwaha metirsiya terorê li ser seqamgîriya cîhanê û tekoşîna dijî teror û tundiyê mijareke din ê wê hevdîtinê bû.




