26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Brîtanya rewşa Iraqê gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Îro Pêncşema 21.10.2021 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Mark Bryson-Richardson Balyozê Brîtanya li Iraqê kir.

Di civînê de peywendiyên Herêma Kurdistan û Iraqê li gel Brîtanya, pêşhatên dawî yên rewşa Iraqê, hilbijartina Encûmena Nûneran û encamên wê, pêşketina proseyê li gor carên berê û girîngiya yekalîkirina her kêşeyek a rêkarên yasayî, peywendiyên Hewlêr – Bexda, serdana meha derbasbûyî ya Serok Nêçîrvan Barzanî bo Londonê, pêngavên rûbirûbûna pejika kovid – 19, şerê terorê û rûbirûbûna DAIŞê guftûgo kirin.

Herdu aliyan tekez li ser pêşxistina peywendiyan kirin û hevnerîn bûn ku hikûmeta were ya Iraqê bersîvdana daxwaz û çaverêyiyên welatiyan bê. Ji bo rûbirûbûna pejika Kovid-19 û bandorên wê jî bi taybetî di warê perwerde û aborî de, berfirehkirina proseya derzîlêdana dijî pejikê bi pêwîst û girîng zanî, herwiha kêfxweşiya xwe ji ber proseya hemahengiya Pêşmerge û artêşa Iraqê bi alîkariya hevpeymaniya navdewletî ya rûbirûbûna DAIŞê de nîşan da.

Di beşeke dinê civînê de Serok Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser girîngiya yekrêziya aliyên Kurdistanî li Bexda û hewlên Serokayetiya Herêma Kurdistanê ya ji bo vê yekê kir, herwiha spasî piştgîrî û hevkariyên Brîtanya ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir û balkişand li ser berdewamiya dûvdaçûna encama serdana wan ya Londonê û hevdîtin û civînên li gel Serokwezîr û berpirsên dinê Brîtanya da û pesnê rola Balyozxane û Konsulxaneya Brîtanya li Bexda û Hewlêrê di vî derbarî de kir.

Nirxandina rewşa navçeyê bi giştî û çend pirseke dinê girîng û hevbeş, mijareke dinê civînê bûn ku Konsulê Giştî yê Brîtanya jî tê de amade bû.

Nûçeyên têkildar