26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî û Balyozê Brîtanya: Proseya helbijartina Iraqê serkeftî bû

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Balyozê Brîtanya li Iraqê kir û di hevdîtinê de çend mijarên giring hatin guftûgokirin û herdû aliyan proseya helbijartina Encûmena Nûneran a Iraqê bi serkeftî binav kirin.

Îro Pêncşema 21.10.2021ê li Selahedîn Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Brîtanya li Iraqê Mark Bryson-Richardson û şandeya li gel kir.

Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraq û birêveçûna helbijartinên encûmena nûnerên Iraqê û qonaxa piştî helbijartinê gotûbêj kirin.

Di heman civînê de herdû aliyan proseya helbijartinê bi serkeftî binav kirin û hêvî xwestin ku encamên helbijartinê bibe destpêka qonaxeke nû ku seqamgiriya siyasî ava bibe û berjewendiya giştî û daxwazên hemwelatiyan û dengdêran were bicîhanîn.

Di beşeke din a hevdîtinê de balyozê Brîtanya li Iraqê piştevaniya welatê xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê û çaksaziyên Wezareta Pêşmerge, herwiha hemahengiya di navbera hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên Iraqê de jî nîşan da.

Nûçeyên têkildar